Mesrûr Barzanî piştevaniya Kurdistanê bo mafên pêkhateyan dubare kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Gulana 2023an di pêwendiyeke telefonî ligel Patrîkê Dêra Katolîk a Keldanî li Iraq û cîhanê kardînal Louis Sako de, rewşa kiristiyanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kir.
Di pêwendiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên hemû pêkhatan bi taybetî kiristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê û başkirina rewşa kiristiyanên li deşta Neynewayê dubar kir û tekezî li girîngiya pêşxistin û kûrkirina pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyan cuda de kir.
Patrîk Kardînal Louis Sako xweşhaliya xwe ji bo berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê bo Kiristiyanan nîşan da




