Mesrûr Barzanî û Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin
__2023_05_02_h15m43s7__ER__2023_05_02_h21m49s12__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin.
Îro Sêşema 2ê Gulana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî û Şaxewan Ebdullah kir.
Di civînê de guherîn û pêşhatên herî dawî û rewşa giştî ya Iraqê hatiye gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya pesendkirina yasaya budceya giştî ya federal û dabînkirina maf û heqên destûrî yên gelê Kurdistanê û piştevanîkirina cîbicîkirina karnameya wezarî ya hikûmeta federal hat kirin.




