25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 02.05.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mohsin Mendelewî Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê kir.

Herdu alî li ser pêşhatên dawî yên rewşa siyasî yên Iraqê, kar û bernameyên Hikûmeta Federal ya Iraqê, projeyasaya bûdceya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dîtin û nêrînên xwe li hev guhertin.

Herdu alî li ser girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê da ji bo derbaskirina dijwariyan, çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiya siyasî li Iraqê hevhizir bûn û tekezî li ser pêwîstî û girîngiya pejirandina yasaya bûdceyê û cîbicîkirina karnameya hikûmetê kirin.

Çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş aliyên din ên civînê bûn.

Nûçeyên têkildar