Serok Barzanî Cejna Çarşema Sor li Êzidiyan pîroz dike

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna serê sala ola Êzidî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna serê sala ola Êzidî ya Çarşema Sor
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala ola Êzidî (Çarşema Sor), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Êzidî dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Hêvîdar im hemû helkeft û cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir li bexteweriyê de pîroz bikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku berî çend salan ji ber zulma terorîstan û koçberî û derbederî dîtibûn.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
18ê Nîsana 2023”




