Mesrûr Barzanî Cejna Sersala Êzidiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna sersala Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Êzidiyan û Civata Rûhanî û tevaya Êzidiyan li Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Bi helkefta hatina sersala Êzidiyan, pîrozbahiyeke germ arasteyî tevaya xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî rêzdaran Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî. Hêvîdar im di keş û seqayeke aştî û tenahî û xoşiyê de vê cejnê bibûrînin.
Bi vê helkeftê, dupatiyê li ser girîngiya bicihanîna rêkeftinnameya Şingalê û asayîkirina rewşa devera Şingalê û derkeftina mîlîşiya û grûpên çekdar yên ji yasayan derketî û vegerandina awareyan bi serbilindî bo deverên wan dikin.
Careke din, sersala we pîroz be û her di xweşî û aramiyê de bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”




