Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna serê sala ola Êzdî ya (Çarşema Sor)

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala ola Êzdî (Çarşema Sor), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Êzdî dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Hêvîdarim hemû helkeft û cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir li bexteweriyê de pîroz bikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku berî çend salan ji ber zulma terorîstan û koçberî û derbederiyê dîtibûn.
Bimînin li xêr û xweşiyê da
Mesûd Barzanî
18ê Nîsana 2023




