26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Senatoya Îtalyayê bo Nêçîrvan Barzanî: Hûn li şûna cihanê di çeperên pêşî yên şerê dijî terorê de bûn

Çavkanî: KDP.info

Roma-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Pênçşema 13.04.2023 ê li Romayê, di civînekê ligel Ignazio La Russa Serokê Senatoya Îtalyayê spasiya alîkarî û piştevaniya Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û berengarbûna terorîstan de kir.

Serokê Senatoya Îtalyayê, ji aliyê xwe ve, li ser navê welatê xwe spasiya Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞ ê de kir û got: “Em spasiya we dikin ku hûn li şûna cihanê di çeperên pêşiyê yên şerê dijî terorê de bûn.” Herwesa têkiliyên welatê xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng wesif kirin.

Tekîdkirin li ser bi berdewamî pêşdebirina têkiliyan û alîkariyên hevbeş û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.


 

Nûçeyên têkildar