Serokwezîrê Vatîkanê piştgiriya xwe ji bo Kurdistanê dupat kir

Vatîkan-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê ku li ser vexwandina fermî ya Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni çûbû Roma ya paytexta Îtalyayê, bi Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin re civiya. Pietro Parolin di civînê de piştgiriya Vatîkanê ya ji bo Herêma Kurdistanê dupat kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê bi taybetî Kirîstiyan hatin gotûbêjkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku hewlên ji bo berdewamiya hebûna Kirîstiyanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin rola avaker a Nêçîrvan Barzanî di komkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan de bilind nirxand û dûpat kir ku Vatîkan bi hemû awayî piştevaniya Herêma Kurdistanê dike.
Parolin ji bo vekirina Zanîngeha Katolîk a li Hewlêra paytext spasiyên xwe pêşkêşî Barzanî kir û serdana xwe ya sala borî ya ji bo Hewlêrê bi bîr xist û anî ziman ku bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê gelekî baş e.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku ew dixwazin Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê li welatê xwe bimînin û eşkere kir ku ew amade ne hemû hêsankariyan ji bo wan kesên ku dixwazin vegerin bikin.
Nêçîrvan Barzanî ji Vatîkanê xwest ku di Yekîtiya Ewropayê de bibine piştgir ji bo cîbicîkirina projeyên jinûve avakirinê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kirîstiyanên Iraqê.
Herwiha di hevdîtinê de ji bilî peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, rewşa giştî ya herêmê jî di nav mijarên civînê de bû.




