Papayê Vatîkanê pesnê kulturê bihevrejiyanê û hevdu qebûlkirina pêkhateyên oli û netewî li Kurdistanê da
__2023_04_13_h17m56s23__HK.jpg)
Vatîkan-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Pêncşemê 13.04.2023 ê danê sibê, li Koşka Apostolîk ya Vatîkanê, ligel Qedaseta Papa ya Francis civiya.
Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo civîn û dîtina Qedaseta Papa bi tendirustiya baş nîşan da û hêviya selametî û jiyanekê dirêj jê ra xwest û her wisa, bi kurtî jê ra behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa pêkhateyên olî û etnîkî kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngî û bandora serdana Qedaseta Papa ya Iraq û Herêma Kurdistanê û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê weke hertim berengariyê li maf û azadiyên pêkhateyên olî û etnîkî dike û dê ji bo hemûyan her welatê bihevrejiyanê û lêborînê bimîne.
Ji aliyê xwe ve, Qedaseta Papa kêfxweşiya xwe bi serdan û dîtina Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û pesnê kulturê bihevrejiyana bi aştî û hevdu qebûlkirinê di navbera pêkhateyên oli û netewî de li Herêma Kurdistanê da û tekezî li ser wê yekê kir ku divê ew kultûr li Herêma Kurdistanê û Iraqê bê parastin.
Li dawiyê de Serok Nêçîrvan Barzanî tabloyek hunermendekî Kurd pêşkêşî Qedaseta Papa yê Vatîkanê kir ku tê de bihevrejiyana di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê nîşan dide.




