Nêçîrvan Barzanî serdana Vatîkan û Îtalyayê dike

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema12.4.2023 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî digihe Romayê.
Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de sibe pêncşemê ligel Papayê Vatîkanê û Serokwezîrê Îtalyayê û rayedarên wî welatî bicive.
Pêşvebirina pêwendiyan û berfirehkirina warên hevkariya hevbeş û çend mijarên din ên cihê girîngiya herdu aliyan, mijarên hevdîtin û civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Papa û Serokwezîr in.




