26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina hinartina petrola Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir û got "Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo çareseriya bi diyalog û jihevtêgihiştinê li ser bingeha destûrê."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê kir û dibêje “Ez rola birêz Serokwezîrê Iraqa Federal û birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînim ku karîn bi ruhekî erênî ji bo çareseriyê bigihin hevtêgihiştin û rêkeftinê. Destxweşiyê li wan dikim.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyam xwe de spasiya her du aliyan kir û got “Spas ji bo tîmên her du aliyan ku gotûbêjeke serkeftî bi rêvebirin ku berhema wê bû ev rêkeftin. Em hêvîdar in ku ew rêkeftin wek xwe bê cîbicî kirin û bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkên din jî.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha berdewam kir “Em dupat dikin ku Herêma Kurdistanê, wek hertim, amadeye bi diyalog û li hevtêgihiştinê pirsgirêkan li ser esasê destûrê çareser bike ku di berjewendiya hemû Iraqê de ye û dibe sedema aramiya siyasî û aborî li welat.”

 

Nûçeyên têkildar