Bajêrê Duhokê û hemû bajêrikên parêzgehê dê hêne xemilandin

Dihok-KDP.info/ Bi amadebûna Gurgîs Şilîmun parêzgerê Duhokê bi wekalet û Dr. Fazil Umer serokê civata parêzgehê û Mesud serinî nûnerê liqê yekê partî duhî 12/3 li koçka parêzgeha Duhokê kombûnek li dor ahengên adar û Newrozê digel çend rêveber û nûnerên fermangehên mîrî hate sazkirin.
Di kombûnê de behsê çawaniya xwe amadekirin bo sazkirina ahengên adar û Newrozê û xweşkirina rê û ew cihên ku xelk dê qestketê bo gêrana wan ahenga bi giştî hate kirin, herwesa behsê çawaniya xemilandina bajêr û bajêrikên parêzgehê ku derbirînê ji xwesiyên adarê û newiruzê bike hate kirin û erk û kar li ser layenên peywendîdar hatine belavkirin bo hindê herlayek û rêveberiyek bi baştirîn şêwe xwe berihev bike




