26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Newroz li we pîroz be..Bila Kurdistan hertim di nav aramî, bextewarî û pêşketinê de be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Newrozê belav kir û got Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be û bila Kurdistan hertim di nav aramî, bextewarî û pêşketinê de be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya gelê Kurdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû gelê Kurdistanê, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî û malbatên serbilind ên şehîdan û qurbaniyên Enfalê dikim. Hêvîdar im hûn cejnên xwe di nav xweşî û aramiyê de derbas bikin. Di heman demê de daxwaz ji welatiyan dikim ku di geştên xwe de pakiya jîngeh û sirûşta bedew a Kurdistanê biparêzin. Her wiha pabendî rênimayên trafîkê bin û ji lezbûnê dûr bikevin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Newroz sembola yekîtî, serketin û azadiya gelê Kurdistanê ye. Bi vê boneyê em tekezî li ser tebayî û yekhelwestiya gelê Kurdistanê ji bo parastina destkeftên netewî û parastina mafên xwe yên destûrî dikin. Her bi vê boneyê ji bo berjewendiya giştî û ji bo nehîştina nîgeraniyên welatiyên me û afirandina atmosferek erênî, daxwaz ji Cîgirê Serokwezîr û tîma wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikim ku piştî bidawîhatina betlaneya Newrozê vegerin civînên Encûmena Wezîran, ji bo gotûbêjkirina hemû pirsgirêkan di cihê xwe yê fermî de û bi hev re kar ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û cîbicîkirina bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de jî got: “Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be û bila Kurdistan hertim di nav aramî, bextewarî û pêşketinê de be.”


 

Nûçeyên têkildar