Wezîrê Derve yê Amerîkayê nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Di nameyê da, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, kêfxweşiya xwe diyar kiriye ku, wî di Konferansa Ewlekariyê ya Munichê ya di meha Sibatê de ligel Serok Nêçîrvan Barzanî hevdîtin kiriye.
Herwiha Blinken di nameya xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku, ew derfetek bû ji bo tekîdkirina li ser pêwîstiya bi yek carî çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û li hevtêgihiştinê.
Blinken di nameya xwe de tekez kiriye ku, Amerîka hevkarî û hevbeşiyek bihêz ligel Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê heye. Blinken di heman demê de berdewamiya piştevaniya bihêz a welatê xwe ji bo Iraq û aramî, ewlehî û serweriya Iraqê nîşan daye.




