Îro kurd dê biriyar xwe ya dûmahiyê den

Hewlêr-KDP.info/ Dr. Fiwad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê diltengiya xwe sebaret rewşa siyasiya Îraqê nîşada û got: Biriyare evro herdu mektebên siyasiyên partî dîmukiratî Kurdistan û yeketî nîştmanî Kurdistan kom bibin û biriyarê dûmahiyê li dor mana li Bexda yan xwe vekêşanê bidin ".
Dr. Fiwad zêdetir got "niha em çi runahiyan bo çareserkirina qeyirana Îraqê nabînin, belê di heman dem da, hîvîxwazîn qeyirana Îraqê çare bibe, jiber ku bi hizra me berdewamiya vê rewşê dê Îraqê ber bi karesatan pênigavan havêje ".




