Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Federasyona Cengawerên Dêrîn ên Franseyê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Federasyona Nîştimanî ya Cengawerên Dêrîn ên Franseyê kir ku ji Sekreter Philippe Dularb, Senator Louis Duvernois û General Thenodor Arfara pêk hatibû.
Di hevdîtinê de şanda mêvan pêzanînên xwe ji bo têkoşîn, xebat û qurbanîdana Serok Barzanî, Pêşmerge û gelê Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser berdewamiya dostanî, pêwendî û biratiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de kir.
Her wiha bi mebesta berzgirtina têkoşîna Pêşmerge û berfirekirina pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa de çendîn bîr û pêşniyar pêşkêş kirin.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî dostaniya gelê Kurdistanê û gel û hikûmetên Fransa bi dîrokî û dêrîn binav kir û ji bilî amajedana bi çend mînakên dîrokî û serdanên Serok Hollande û Macron, spasiya gel û dewleta Fransa kir ku hertim piştgir û dosteke mezin ê gelê Kurdistanê bûne.




