Parêzgeha Mûsilê w herêma Kurdistanê rêkkeftinek girêdan

Mûsil-KDP.info/ Parêzgeha Mûsil û hikûmeta herêma Kurdistanê li ser babetê petirul û panzînê rêkeftinek girêdan û dihête pêşibînî kirin rojane (300_600) hizar lêtirên panzînî û petirulê dabîn bike bo parêzgehê w ev çende hate pêş li gel keritê taybet û bihayê wê dê wek bihayê wezareta petirolê ya Îraqê bn.
Saytê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser zarê parêzgerê Mûsil Esîl Nucêfî diyar kir ku wize stûna serekiya jiyana rojane ya xelkî ye û parêzgeha Mûsil dinalît jiber nebûna ewê d hemû biwaran da weku kareb û petirulê w panzînî û hîvî xwazim ku ev rêkeftine bibe dergehê qurtal bûna me ji wan qeyiranan û careka dî welatî weku salên borî bi hebûna hemû pêdivyên jiyanê şad bibin.
Nucêfî ew çende jî diyar kir, ku hikûmeta herêma Kurdistanê l dor babetê karebê par sal 50 mêgawatên wê bo parêzgehê dabîn kir bûn û xelkê me li Mûsil li werzê havînê d rewşeka baş dabûn û em vê çendê b diyariyeka pir bha li qelem di deyn anku me serboreka baş li gel herêmê heye.
Dihête zanîn parêzgeha Musil ev rêkeftine li gel parznîngeha nahiya Kelikê girêdaye




