Sefîrê Berîtaniyayê Xatira Xwe Ji Serok Barzanî Xwest

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Sefîrê Berîtaniyayê yê li Bexdayê Michail Arun kir.
Di hevdîtineke de Konsulusê Berîtaniyayê armanca serdana xwe bo Kurdistanê ji Serok Barzanî re rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji Rayedarên Kurdistanê ye jiber ku, dema erkdariya min li Îraqê bi dawî hatiye.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de jî ji ber hevkariyên pêşkêş kirî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û jiber pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê jî destxweşiyên xwe pêşkêşî Serokê Kurdistanê kir û got; di bin Serokatiya Serok Barzanî de Kurdistanê pêngavên gelek baş avêtiye û bi awayekî baş jî pêş ketiye.
Di dirêjahiya vê hevdîtina han de Serok Barzanî jî spasiyên xwe pêşkêşî Konsulusê Berîtaniyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî rewşa siyasî ya Îraqê û astengiyên heyî yên li berdem prosesa siyasî ya Îraqê de jî nirxandin û tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Berîtaniyayê de kirin.




