26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyoza Swêdê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî p Balyoza Swêdê ya li Iraqê Jessica Svardstrom hevdîtinek pêk anîn û di wê hevdîtinê de rewşa asayîkirina Şingalê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro Dûşema 13ê Adara 2023an pêşwazî li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom û şanda pê re kir.

Herdu aliyan di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, astengiyên li pêşiya aramiya Iraqê û cîbicîkirina karnameya hikûmeta Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de gefên hizra tundrewî û mezhebî li ser paşeroja Iraq û navçeyê hatin nirxandin û tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê hate kirin.

Her di wê hevdîtinê de Balyoza Swêd li Iraqê diyar kir ku welatê wan palpiştiya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike û da zanîn ku hejmareke zêdeyê revenda Kurd û Iraqî I Swêdê hene.

Jessica Svardstrom herwiha da zanîn ku ew dixwazin peywendiyên di navbera Swêd û Herêma Kurdistan û Iraqê di warên cûda cûda de bên pêşxistin.

Ji aliyê din ve Serok Barzanî jî spasî gel û Hikûmetên Swêdê kir ku herdem li rojên teng de deriyên xwe bi gelê Kurdistanê vekirine û palpiştê doza gelê Kurdistanê bûne.

Nûçeyên têkildar