Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke xwendekarên Akademiya Dîplomasî ya Viennayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke xwendekarên Akademiya Dîplomasî ya Viennayê kir û sandeyê xweşhaliya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da.
Ev şeşemîn şanda xwendekarên Akademiya Viennayê ye ku di salên borî de serdana Herêma Kurdistanê dike. Şanda mêvan pêşkeftin, avedanî û pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva pirsa amadebûyan de behsa pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê kir û ronahî xiste ser çaksaziyên Kabîneya Nehem ên di warên hemecurkirina çavkaniyên dahatê, dîjîtalkirina karûbarên giştî û destpêkirina proseya danîna diravê dîjîtalî.
Her di wê hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û giringiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kir.




