26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Perlemanê Turkiya li sala 1922 otonomiya bakurê Kurdistanê naskirî ye

Çavkanî: KDP.info

li dûv belgeyekê di erşîva dewleta Firensa da li sala 1921 piştî şer û pêkidadanekê berfereh di navbera eşîrên kurdan û dewleta Turkiya da hatî ye kirin, dewleta Turkiya naçar ma li gel serkirdeyên kurdan danustandinê bikin û peymaneka aştiyê îmza bikin û otonomiya kurdan bi fermî qebul bikin.


Li dûv belgeyekî ku di erşîva dewleta Firensa yê da hatî ye dîtin li heyiva hezîrana sala 1921 di serdema avakirina komara Turkiya da li devera mêrdîn, amed, erzirom, Botan û serhedê eşîrên kurd û serbazên Turkiya dikevne di nav şerekî da û piştî şerî Kemal Etaturik damezirênerê komara Turkiya li gel serok eşîrên kurdan bo çarekirina aloziyan danustandinê dike û di encama danûstandinan da peymaneka avakirina herêma otonomiya Kurdistanê di navbera serkirdên kurdan û Kemal Etaturik da dihête îmzakirin û li roja 10 ya heyiva şubata sala 1922 perlemanê Turkiya jî peymana di navbera kurdan û Etaturikî da pesend dike.


Li dûv belgeya erşîva firensî peymana ku di navbera kurdan û turikan da hatî ye îmzakirin ji Aliyê kurdan ve serok eşîrên mêrdînê pîrîzade bekir, musa beg û serok eşîrê mîrlîwa Îbrahîm paşa û ji Aliyê Turkiya ve jî bi serokatiya Kemal Etaturik şandeka şîwerimendên Etaturik peymanê îmza dikin û ev yekem peymana fermî ye di navbera kurd û turikan da.
Xalên peymanê jî evene:


1 . Ji aliyê hikûmeta enqere ya Turkiya ve bajêr û herêmên kurd lê dijîn dê wek herêma otonomî ya kurdan bihête naskirin.


2 . Nûnerên kurd dê sinurê herêma Kurdistanê destnîşan bikin.


3 . Serbazên Turkiya û karmendên dewletê dê ji nav Kurdistanê derkevin û li der veyê sinurê Kurdistanê bicîh bibin.


4 . Rêkxistina herêma otonomiya Kurdistanê dê ji aliyê berpirsên kurdan ve bihête kirin û dê Turkiya destêwerdanê di karubarên herêma Kurdistanê da neket.


5 . Ew bac û harîkariyên ku Turkiya ji Kurdistanê kom dike dê teslîmê kurdan bike û destê xwe ji komkirina bacê li Kurdistanê vekêşît.

6 . Ew welatiyên kurd ku li bajêrên Turkiya dijîn dê ji aliyê hikûmeta Turkiya ve bihêne parastin û arîkariya wan bihête kirin.


Di erşîva dewleta Turkiya da pişkek ji hevdîtin yan danûstandinên di navbera Turkiya û kurdan da heye lê pişkek ji wan berze ne, bi taybet jî belgeya peymanê di erşîv da nîne û belgeya îmzakirina otonomiya Kurdistanê di erşîva dewleta Firensa da hatî ye veşartin û parastin.


Rojnameya ekşam ya Turkiya li 14 . 1 . 1922 li gel Etaturik serokê Turkiya hevpeyvînekê dirust dike û di hevpeyvînê da Kemal Etaturik dibêjît Birîtaniya pilaneka gelek kirêt bo parçekirina Turkiya darêtî ye û bo vala derxistina pilanên birîtaniya me li gel kurdan peymana avakirina herêma otonomiya Kurdistanê îmza kirî ye.

Nûçeyên têkildar