Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê yek ji destkeftên giranbiha yên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di 53emîn salvegera peymana 11ê Adara 1970an de peyamek belav kir û ragihand, “Gelê Kurdistanê di bin tu şert û mercan de û di bin ti zextan de dest ji mafên xwe bernade.”
Îro şemiyê 11ê Adara 2023an, 53 saliya Rêkeftina 11ê Adarê ye ku di encama danûstandinên navbera hikûmeta Beas û Kurdan de bi serokatiya Barzaniyê Nemir hatibû ragihandin. Serok Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku ev rêkeftin yek ji destkeftên giranbiha yên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Peyama Serok Barzanî wiha ye
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Rêkeftina 11ê Adarê yek ji destkeftên giranbiha yên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ye. Girîngiya vê bûyera dîrokî di wê de ye ku di encama xebat û şoreşa gelê Kurdistanê û PDKê de bi rêberiya Barzanî, rejîma wê demê ya Iraqê hat neçarkirin ku di 11ê Adara 1970 de bo cara yekem û bi awayekî fermî, beşek ji mafên gelê me nas bike. Ew mafên ku her ji destpêka dirustbûna dewleta Iraqê ve, dihatin înkarkirin û zeftkirin.
Rêkeftina 11ê Adarê ku berhema xebat û qurbanîdana Pêşmerge û cemawer û hemû çîn û pêkhateyên olî û neteweyên Kurdistanê bû, pênase û hebûna gelê Kurdistanê li nav dewleta Iraqê bire qonaxeke bilindtir û baweriya bi xwe li nav takekesê Kurdistanî bihêztir kir. Lê belê rejîma Iraqê pişta xwe li mafên xelkê Kurdistanê kir û rêkeftina 11ê Adarê binpê kir, lê ew destkeft deriyek bû ji bo qonax û pêngavên mezintir ên xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.
Di pêncî û sêyemîn salvegera Rêkeftina 11ê Adarê de tevî ku em tekezî li peyama aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin, em wê yekê jî tînin bîra her kesî ku gelê Kurdistanê di bin ti rewş û guvaşê de ji maf û azadî û destkeftên xwe paşve venakişe.
Mesûd Barzanî
11ê Adarê”




