26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Rojava li Hewlêrê di salvegera serhildana Rojavayê Kurdistanê de xwepêşandan kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî roja sêşembe Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên akincîyn herêma Başûrê Kurdistanê bi boneya 9 salvegera Serhildana Qamîşlo û Rojavayê Kurdistanê di sala 2004 de li berdem nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî li Hewlêrê xwepêşandanek saz kirin û nameyek pêşkêşî nivîsîngeha NY kirin.

Di evê xwepêşandana cemawerî de ku bi hezaran kes tê de beşdar bûn, alên Kurdistanê û wêneyên rêberên siyasî û wêneyên Mistefa Barzanî yê Nemir hatibûn berazkirin û xwepêşanderan 9 salvegera Raperîna (Serhildana) Qamîşlo û Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin û şehîdên ewê raperînê bi serberzî ve bi bîranîn.

 

Xwepêşanderan herwisa daxwaza baştirkirina rewşa welatîyên Sûrîyeyî jî kirin. Di beyannameyekê de ku li berdem nivîsîngeha NY li Hewlêrê hate xwandin, ku daxwaz ji Ban Kî Moon û civaka navdewletî hatiye kirin, ku biryara rawestandina şer li Sûrîyê bidin û alîkarîyên dermanî û sotemenîyê bo awareyên Sûrî bişînin da ku bikaribin jiyana rojane ya xwe derbas bikin.

 

Herwiha di evê beyannameyê de daxwaz hatiye kirin, ku civaka navdewletî bo rûxan û hilweşandina rejîma Beşar Esed piştîvanîya gelê Sûrîyê bike.

Nûçeyên têkildar