26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Yekîtiya Ewrupayê: Bihêzbûna Kurdistan û Iraqê ji bo me giring e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro Çarşema 08.03.2023ê, pêşwaziya şandeke Parlamentoya Ewrupayê bi serokatiya Xanim Sara Skyttedal kir.

Di civînê de, herdu alî behsa pêşxistina hevkarî û têkeliyên Parlementoya Yekîtiya Ewrupayê digel Parlementoya Kurdistanê kirin û li ser peywendiyên di navbera Yekîtiya Ewrupa û Herêma Kurdistanê da danustandina bîr û ramanan kirin.

Şandeya mêvan rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de û aştî, aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekezî li ser wê yekê kirin ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo aramiya navçeyê û Yekîtiya Ewrupayê giring e. Her di vê çarçoveyê da tekezî li ser parastina asayîş, aramî û serweriya Iraqê ji her gefekê hat kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Yekîtiya Ewrupayê, di hemû waran da, ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe digel Yekîtiya Ewrupayê pêşde bibe û ji pisporên welatên Yekîtiya Ewrupayê sûd werbigre ku, Herêma Kurdistanê pêwîstî pê heye.

Di civînê de herwiha pêşhatên rewşa herêmî bi giştî hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar