Serok Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê vekir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî îro roja çarşemê 08.03.2023an li Hewlêrê 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan vekir.
Serok Barzanî îro 08.03.2023 li Hewlêrê 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan vekir û pêşangeh dê 10 rojan berdewam be û 350 weşanxane û pirtûkxane ji 18 welatên cîhanê tê de beşdar dibin.
Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê her sal bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî û ji aliyê Dezgeha Meda ya Ragihandin û Çand û Hunerê ve tê lidarxistin û bi hezaran pirtûkên bi zimanên kurdî, Erebî û Îngilîzî tên nişandan.




