Nêçîrvan Barzanî ji ber naskirina jenosîda Êzdiyan spasiya Almanyayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re civiya û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bo naskirina jenosîda Kurdên Êzdî spasiya Almanyayê kir.
Îro Çarşema 8ê Adara 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock kir.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kiriye ku di warê leşkerî, mirovî û siyasî de piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku metirsiya terorê heta niha berdewam e, ji ber wê jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi berdewamiya piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.
Li aliyê din Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock tekezî li ser wê yekê kir ku Almanya giringiyê dide peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û aramiya siyasî û aborî. Herwiha tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kir, ku dibe sedema vegera koçberan û avadankirina navçeyê.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê mijareke dinê vê hevdîtinê bû. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî balkişandiye li ser atmosfera erênî ya diyalogê di navbera her du aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û her wiha amaje bi hemahengiya bihêz di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge bo şerê DAIŞê kir.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, rewşa koçberên Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê û Êzdiyan bi giştî û çendîn mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevanî û alîkariya bo Êzdiyan û naskirina jenosîdê li parlamentoya Almanyayê spasiya Almanyayê kir.




