26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Wezîra Derve ya Almanya behsa çareserkirina kêşeyên Şingalê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 08.03.2023 Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Annalena Berbock Wezîra Derve ya Almanyayê kir û piştî civînê kongreyeke rojnamevaniyê lidar xistin.

Axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Her kes bi xêr hatiye

Bi navê gelê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rê bidin min bi germî pêşwaziya Wezîra Derve ya Almanyayê xanim Annalena Berbock bikim.

Bihêlin ez roja jinan li we pîroz bikim, her çend em di wê baweriyê de ne ku divê her rojên salê bibin roja jinan. Bi navê gelê Herêma Kurdistanê spasiya we, hikûmet, parlamentoya Almanya û gelê Almanyayê dikim ku jenosîda êzdiyan nas kirine. Hêvîdar im ku welatên din jî li we binêrin ku hûn ne tenê vê komkujî wekî jenosîd nas bikin, lê herwiha bibin teşwîqek ji bo beşdarbûna di jinûveavakirin û alîkariya xwişk û birayên me de.

Almanya bûye penageha gelek qurbaniyan, mezintirîn diyaspora kurdî li derve li Almanya ye, ev jî nîşan dide ku peywendiya nêzîk di navbera Almanya û gelê kurd de rê li ber gelê kurd vekiriye ku cihê xwe li Almanyayê bibîne.

Weke ku me dît, di dema êrîşên hovane yên DAIŞê yên li ser xwişk û birayên me yên Êzidî de, gelek gelê me yê Êzidî ji bo ku li wir ewletir bin, reviyan Almanyayê.

Ji bo me alîkarî û piştgiriya Almanyayê ya di şerê li dijî DAIŞê de ji aliyê hemû gelê kurd ve hatiye nirxandin. We gelek alîkariya me kir ku em vê koma terorîst a hov jinav bibin û têk bibin. Alîkariyên we berdewam bûn û piştre we di warê leşkerî, perwerde û alîkariya Pêşmerge de berdewam kir. Careke din spasiya we û gelê Almanyayê dikim ji bo hevkarî û piştevaniya gelê Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinên xwe yên li gel Wezîrê Derve de me çend mijarên din jî gotûbêj kirin, ji wan bihêzkirina demokrasî û sepandina yasayan, şerê li dijî terorê bi hemû şêweyên wê û herwiha me behsa wê yekê jî kir ku li ser esasê berjewendiya giştî ya gelê kurd hemû hewlên xwe bo baştirkirina jiyana xelkê bidin. Dost, bi taybetî Almanya. Ez bi kêfxweşî dibêjim ku çendîn girêbest di navbera kompanyayên Almanî û Herêma Kurdistanê de hatine îmzekirin û alîkariya me dikin û daxwaz ji wan dikim zêdetir alîkariya me bikin da ku em karibin sektora aborî ya Herêma Kurdistanê pêş bixin. Aramiya Herêma Kurdistanê bandora xwe li ser aramî û ewlehiya herêmê bi giştî heye.

Her wiha me behsa Şingalê jî kir, me li hev kir ku xelkê serbilind ê Şengalê, şîe û yên din jî, dikarin bi rûmet vegerin warê xwe û hemû xizmetguzariyên ku ji wan re bên kirin, bibe bingehek ji bo çareserkirina kêşeyên Şingalê û çareserkirina kêşeyên Şingalê. divê her tişt wek xwe were pêkanîn.

Ez carek din bi germî bixêrhatina wezîr dikim û hêvî dikim ku peywendiyên me roj bi roj ber bi qonaxeke baştir û mezintir ve biçin. Gelek spas, tu bi xêr hatî.”

Wezîra Derve ya Almanyayê jî di destpêka axaftina xwe de, spasiya Herêma kurdistanê kir ku hejmareke zêde ya koçber û penaberên ji tirsa DAIŞê reviyane vehewandine û herwiha alîkariya mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kirine.

Baerbock got ku wan di civînên xwe de pirsa gaza xwezayî, petrol û enerjiya pak jî gotûbêj kirine û got: “Pojeyên me ji bo dema pêş hene û doh li Bexdayê û îro li vir jî di hevdîtinan de, her wiha li Munchen û Berlînê jî di hevdîtinên li gel şanda Iraqê babeta serekî pirsên aborî, pêşveçûn û çawaniya hevkariyê bû. Dîsa ji me re zelal bû ku hevkarî gelekî girîng e, bihevre karkirina welatan û bi hev re karkirina Bexda û Hewlêrê ji bo me pir girîng e. Di pirsên ewlekariyê de hevkarî girîng e û em dizanin ku pirsên ewlekariyê pir ji nêzîk ve girêdayî pirsên geşeya aborî û siyaseta enerjiyê ne. Ji ber vê jî dema em li vir civîn û hevdîtinên hevkariyê pêk tînin, bala me li ser van xala ye û niha jî me di gotûbêja xwe de behs kir ka em çawa dikarin di babeta enerjiyê de bi hev re kar bikin.

Baerbock bal kişan pirsgirêkên dabinkirina enerjiyê yên ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û got: “Tecrubeya me li Ewropa û welatê min Almanya jî gelekî tund bû û nîşan da ku divê mirov di pirsa pêwendiyên aborî de xwe bi destê aliyekî ve bernede. Hûn jî baş dizanin ku girêdana me ya bi gaz û petrola Rûsya ziyaneke zêde da me. Dema ku bi sedema şerê li hemberî Ukrayna, pêwendiyên wê ji Civaka Navdewletî qut bûn, me di şev û rojekê de baceke zêde da. Mirov nikare 4mîn aboriya mezin a dinyayê jî sînordar bike, ji ber vê ji me re girîng e ku em aboriya xwe li ser bingehe qaîm ava bikin û pêwendî û hevkariya aborî jî bi heman rengî li ser bingeha hiqûqê ava bikin û hevparên me jî pabend bin.”

Wezîra Derve ya Almanyayê teqez kir ku pêwîstiya welatê wê bi gaza xwezayî heye û wiha domand: “Raste pêwîstiya me bi gaza xwezayî heye, lê babeteke din a ku em bala xwe didin ser, krîza jîngehê û guherîna keşûhewa ye. Ev yek ji krîzên herî metirsîdar ê vê sedsalê ye. Em dê di çend salên pêş de jî pişta xwe bidin bikaranîna enerjiya fosîlî, lê armanca me ewe heta nîvên salên 2040î êdî bi temamî xwe ji enerjiya fosîlî xelas bikin û pişta bi enerjiya veguhêz girê bidin. Enerjiya kesk wê derkeve pêş û li vir jî em li ser axivîn, projeyên me ji bo dema pêş hene û doh li Bexdadê jî me behs kir, em dikarin çawa piştgiriya teknîka enerjiya kesk bikin ku armanca me bixwe jî ewe di dema kurt û demeke dirêj de jî projeyên xwe li ser wê bingehê ava bikin. Doh li Bexdayê jî me behs kir, em dikarin çawa piştgiriya teknîka enerjiya kesk bikin ku armanca me bixwe jî ew e di dema kurt û demeke dirêj de jî projeyên xwe li ser wê bingehê ava bikin.”

Analina Baerbuck anî ziman ku nabe rizgarbûyên destê DAIŞê dubare koçber bibin û got: “Metirsiya DAIŞê li vê navçeyê bi dawî nebûye. Hevahengiya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge girîng e. Em dê li ser rahênana Hêzên Pêşmerge berdewam bin. Pir girîng e ku em li Ewropa û Almanyayê bi bîr bînin ku di warê aramî û geşepêdana aborî de, divê em vê yekê paşguh nekin ku hîn metirsiya DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê ye û hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sînordarkirina wê kar dikin. Pir girîng e ku hemû hêzên ku ji bo ewlehî û aramiyê dixebitin bi hev re tevbigerin.”

Baerbock, li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got ku wê duh li Bexdayê bihîstku hevkarî û xebata bi hev re di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de baştir bûye û got ku bi alîkariya şêwirmendiya wan ji NATO û hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê divê valahiyên ku çekdarên DAIŞê jê sûd werdigirin werin dagirtin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê got jî“Me nêzîkî 800 milyon Euro ji vê derê terxan kiriye, beşeke zêde ya alîkariyan Almanya jî tê Herêma Kurdistanê weke nimûne li Hewlêrê ji bo avakirin û berfirehkirin û bi hewarçûna bi karesatan ve, îsal tenê zêdetir ji 2 milyon Euro alîkariyê dike. Em dixwazin dirêje bi rola xwe bidin û ev peyama min bû li Bexda jî, alîkariyên me û civaka Navdewletî amade ne, li vir li Herêma Kurdistanê hevkarên me hene ku bi dengekî hevbeş diaxivin.

Ev der bûye cihekî aram ji bo hejmareke zêde ya xelkê Êzidî, me bihîst ku kamp tê hilweşandin, ji bo me divê ev bi planeke hûr û bingehîn be û em weha lê dinerin, ji ber ku ew jin, zarok û zilam nabe careke din koçber û derbider bibin û venegerin cihekî ne aram. Me di gotûbêja xwe de behsa wê yekê kir ku girîng e ew bi keramet û rûmet vegerin û em dixwazin di vê yekê de piştevaniyê bikin û bihevre kar bikin. Li vir ez careke din tekez dikim ku emê piştevaniya we bikin ji bo rûbirûbûna DAIŞ û terorê. Em dê herweha di warê aramiyê de bi we re hevkar bin ji bo ber bi pêşve bibin. Gelek proje hene li vir ku bi hevahengiya Pêşmerge têne cîbicîkirin. Di 7 salên bûrî de ji 2016 heta 2022, Almanya ji bo vî warî 50 milyon Euro terxan kiriye. Armanca me ewe hêzên asayîşa navxwe bikaribin asayîşa xwe misoger bikin.”

 

Nûçeyên têkildar