25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêzanîna min ji bo qurbanîdana jinên Kurdistanê di têkoşîna gelê Kurdistanê de heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya Roja Jinan a Cîhanî peyamek belav kir û rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê di şoreş, têkoşîn û azadiya Kurdistanê de bilind nirxand.

Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke pîrozbahiyê belav kir û bal kişand li ser rola jinê.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ez 8ê Adarê li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya bextewerî û serfiraziyê ji wan re dixwazim.

Pêzanîna min ji bo rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê di şoreş, têkoşîn û azadîxwaziya gelê Kurdistanê de heye.”

 

Nûçeyên têkildar