Serok Barzanî pêşwazî li Eyad Elawî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî li ser rewşa siyasî ya Iraqê û çawaniya çareserkirina kêşeyan gotûbêj kirin.
Îro Sêşema 7ê Adara 2023an, li bajarê Hewlêrê, Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî kir.
Di hevdîtinê de herdu aliyan li ser rewşa siyasî ya Iraqê û çawaniya çareserkirina kêşeyan û derbaskirina zehmetiyan, danûstandina fikr û ramanan kirine.




