26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê çend mijar gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din, gotûbêj kirin.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez xweşhal im ku min li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê kir.”

Herwiha Serok Barzanî di twîta xwe de eşkere kiriye: “Me bi hev re, ligel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin behsa çend mijaran kirin, ji wan; pêwendiyên me yên ligel Hikûmeta Federal û hewlên berdewam ên Hewlêr û Bexdayê ji bo gihîştina rêkeftinekê ku di berjewendiya herdu aliyan de be.”

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd îro bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û di yekem daxuyaniya xwe de li Kurdistanê, piştgiriya welatê xwe ji bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Nûçeyên têkildar