25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî ya bi serokatiya Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Jean-Christophe Carret kir.

Di civînê de herdu aliyan li ser kar û projetên hevbeş ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Cîhanî yên di warê avakirina jêrxan, rê û ban, karûbarên civakî û îdarî û darayî de gotûbêj kirine.

Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de û piştevanîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybet di warên aktîvkirina sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetên giştî hatiye kirin.

Herwiha rewa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û pêwîstiya alîkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve, beşeke din a civînê bûn.

 

Nûçeyên têkildar