26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mistefa: Deriyên Kurdistanê li pêşberî welatên xwedî tecrûbe vekirîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê, digel Roman Zîkoyîç konsolusê nû yê Poloniyayê yê herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku, Ziyad Reuf nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Poloniyayê amade bû, Konsolusê nû yê Poloniyayê di axavtinekê de got ku, ew gelek kêfxweş e li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe yê nû, konsolusê Poloniyayê bo herêma Kurdistanê, bike:

 

- Ez hêvîdar im ku, ez bikar im ew wezîfeya ser milên min e li herêma Kurdistanê cîbicî bikim û têkeliyên herêma Kurdistanê û Poloniyayê di warê siyasî, aborî, bazirganî, kulturî, zanistî û perwerdeyê de bikevin di qonaxeke nû de.

- Welatê me, Poloniya, dixwaze bi awayekî ber bi çav beşdariyê di pirosesa avadankirin û binyatdanana herêma Kurdistanê de bike û têkeliyên xurt digel hemû saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê dirust bike.


Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berprisê têkeliyan bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê pîrozbahî li konsolusê nû yê Poloniyayê bo herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest:


- Em hêvîdar in ku, destbikarbûna konsolusê nû yê Poloniyayê li herêma Kurdistanê bibe hokarek bihêz bo zêdetir berfirehkirina bazineyê hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de.

- Deriyên herêma Kurdistanê li pêşberî welatên cîhanê û bi taybetî welatên xwedî tecrûbe vekirîne û dixwaze fêdey ji tecrûbeya welatên pêşkeftî bi giştî û Poloniyayê bi taybetî werbigire

Nûçeyên têkildar