Serok Barzanî: Raperîna 1991ê îspat kir ku zilm ti carî nikare vîna azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de vemirîne

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekezî li wê yekê kir ku “Raperînê ew rastî ji dost û dijminan re îspat kir ku zilm û tirs ti carî nikare vîna azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de vemirîne.”
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta sîh û duyemîn salvegera raperîna mezina gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû xebatgêr û azadîxwaz û niştimanperweran û hemû xelkê Kurdistanê dikim.
Raperîn bi sayeya îradeya azadîxwaziya gelê Kurdistanê û qehremaniya pêşmerge û plan û yekrêziya aliyên li nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê pêkhat û serkeftinê bi dest ve anî. Raperîn wê rastiyê ji bo dost û dijminan selmand ku sîtemkarî û zordarî tu demekê nikarê îradeya azadîxwaziya li dilê gelê Kurdistanê kêm bike. Raperîn hilgirê biha û armancên bilind bû, ji bo ewe bû gelê Kurdistanê azad bê û jiyaneke serbilindane li welatê xwe da hebê.
Di bîranîna raperînê de hezaran silav ji bo şehîdên raperînê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê dişînîn û tekez li wê yekê jî dikin, qewareya Herêma Kurdistanê ku yek ji berhemên raperîna xelkê Kurdistanê ye, destkefteke dîrokî û giranbihaya gelê Kurdistane. Ew destkeft divê bê parastin û bihêzkirin û nabe bi tu awayekê kar ji bo lawazkirin û ji rê derxistina wa biha û armancan bê kirin ku gelê Kurdistanê ji bo wan raperîn kir.”




