26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dadgeha Îraqê: Pasewanê Haşimî Jiber Eşkenceyê Nemiriye

Çavkanî: KDP.info

Peyvdarê Civata bilinda dadweriya Iraqê Ebdulsetar Bayreqdar di daxuyaniyekî de diyar kir ku, pasewanê Cîgirê Serokkomarê Iraqê ne jiber eşkenceyê canê xwe ji dest daye.

Nav hatî diyar kir ku, pasewanê Tariq Haşimî jiber nexweşiya gorçîleyên xwe canê xwe ji dest daye û herwiha beriya ku, nav hatî canê xwe ji dest bide çendîn car bi mebesta derman kirinê ji aliyên hêzên ewlekarî ve hevkariyên pêwîst hatine pêşkêşkirin û nav hatî serî li çendîn Nexweşxaneyên curbicur yên Bexdayê daye.

Tê zanîn ku, duhê Cîgirê Serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî diyar kir ku, yek ji pasewanên vî jiber eşkence kirina hêzên ewlekarî canê xwe ji dest daye.

Herweha Haşimî ev yek diyar kir ku, belgeyên girîng di destê wan dene û ev belgehên han îsbat dikin ku, pasewan jiber eşkenceyê canê xwe ji dest daye.

Nûçeyên têkildar