Mesrûr Barzanî yekem portala vîzeya elektronî li Kurdistanê ragihand
__2023_02_22_h17m45s48__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekem portala vîzeya elektronîkî li Herêma Kurdistanê ragihand, ku ev yek beşek ji bernameya hikûmetê ya di warê dîjîtalkirina xizmetên giştî de ye.
Mesrûr Barzanî di vîdyoyekê de ku li hejmara xwe ya fermî ya “Twitter” belav kiriye, got: “Di çarçoveya xizmetên hikûmetê de, kêfxweş im ku me niha projeya E-Vîza (vîzeya elektronîkî) (https://t.co/EwkBlqVVhN) da destpêkirin.”
Derbarê armanca damezirandina vê projeyê de, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ev proje dê alîkariya hemû wan kesan bike ku dixwazin ji bo geştiyariyê yan jî veberhênanê serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, bi rêya vê projeyê, kesên ku dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin, dê di demeke kurt de vîzeya xwe bistînin.




