26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo malbata Xusrew Caf: Ez hevbeşê xema we me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 22.02.2023yê Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya birayê wî peyamekî serxweşiyê arasteyî Xusrew Caf kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kak Xusrew Caf

Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyarê hoza Caf û birayê we yên birêz Kîsra Caf bihîst.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedêjêrazî Kîsra Caf bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22ê Şubata 2023”

 

Nûçeyên têkildar