25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Serokê Senatoya Fransa rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Encûmena Pîran a Fransayê Gerard Larcher civiyan û di wê civînê de asayîkirina rewşa devera Şingalê û başkirina rewşê ji bo vegera koçberan bo cihên xwe, hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê hat gotûbêjkirin.

Serokê Senatoya Fransa bi rêz û pêzanînên xwe amaje bi têkoşîn û qurbanîdana Pêşmergeyên Kurdistanê kir, bi taybetî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê û parastina pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku piştevaniya gelê Kurd kirine û bi kurtî behsa çaksaziyên kabîneya neh a hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Her wiha di civînê de giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa devera Şingalê û başkirina rewşê ji bo vegera koçberan bo cihên xwe, hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar