26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Seroka Şaredariya Parîsê bo Mesrûr Barzanî: Pêgeheke taybet a Kurdistanê di dilê Fransiyan de heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Fransayê de ligel Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo civiya.

Pêncşema 16ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Serokatiya Şaredariya Parîsê kir û ji aliyê Serokê Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo ve hat pêşwazîkirin.

Seroka Şaredariya Parîsê kêfxweşiiya xwe bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan da û diyar kir, pêgeheke taybet a Kurdistanê di dilê Fransiyan de heye û behsa serdanên xwe yên bo Herêma Kurdistanê kir û amadebûna xwe ji bo encamdana kar û projeyên hevbeş ligel bajarê Hewlêrê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêzanîna xelkê Kurdistanê ji bo piştevaniya berdewam a gelê Fransayê dûpat kir û spasiya Şaredariya Parîsê jî kir ji bo wan hevkariyan ku wek destexwişkek pêşkêşî bajarê Hewlêrê kirine.

 

Nûçeyên têkildar