Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Îmaratê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê civiyan û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê gotûbêj kirin.
Îro 15.02.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubeyî li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Mîrgehên Yekbûyî ya Erebî (Îmaratê) Şêx Seyf Bin Zayd Al Nehyan civiya.
Di civînê de pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê û herwaha bihêzkirina derfetên alîkariyê û karkirina hevbeş a di hemû waran de hate gotûbêjkirin.




