Erdogan: Em bi rêz li alîkariyên Herêma Kurdistanê dinêrin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 14.2.2023 di berdewamiya xwe bo Tirkiyê de, li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dubare sersaxiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gihand Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û gelê Tirkiyê, ji ber wê erdheja 6ê vê mehê li çend navçeyên Tirkiye û Sûriyê ra da û di encamê de bi hezaran bûn qurbanî û ziyanên mezin jê derketin. Her wiha hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan spasî û pêzanîna xwe ji bo serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo navçeyên erdhejê û hevdîtina ligel ziyandîtiyan nîşan da û dubare kir ku welatê wî bi rêz li alîkarî û alîkariyên mirovî yên Herêma Kurdistanê û tîmên wê dinêre ku ji destpêkê ve bi hawar û alîkariya qurbaniya hat û xwe gihandine deverên ziyan dîtine û alîkarî pêşkêşî mexdûran kirin.
Derfetên pêşvebirina pêwendiyên Tirkiye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din yên cihê giringiya herdu aliyan, mijarên din ên civînê bûn.




