Balyozê Japonya: Em daxwaza pêşxistina pêwendiyên xwe û Kurdistanê dikin
__2023_02_14_h18m6s57__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonyayê yê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û gefên terorê hatin gotûbêjkirin.
Îro Sêşema 14ê Şubata 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Futoshi Matsumoto Balyozê nû yê Japon li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û gefên terorê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha Balyozê Japonyayê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştin bi azadiyê hebû û ragihand, welatê wî dixwaze li Iraq û Herêma Kurdistanê geşbûn û aramî hebe û daxwaz jî kir pêwendiyên di navbera Japonya û Iraq û Herêma Kurdistanê bên pêşxistin û bi kurtî jî di derbarê projeyên aborî û bingehîniyên Japonya li Iraq û Herêma Kurdistanê axivî.
Di beşekî dinî vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hevkariyên Japonya yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û li erk û karên wî de hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Japonya xwest.




