25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û şada Almanyayê vegera koçberên Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 26.01.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewlet li Wezareta Derve ya Almanya Tobias Lindner û şandeya li gel kir.

Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanya Tobias Lindner kurtebehsek derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê vegot û amaje bi pêwendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya de kir û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê ya bi taybet di warên aborî û danûstandinên bazirganî û di hemû waran de nîşan da. Herwaha behsa wê yekê jî kir ku biryar e şandeyekî pilebilind a veberhêner û xwedîkar û bazirganên Almanya di heyama pêş de bi armanca pêşxistina pêwendiyên dualî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya Almanya kir, ji ber piştevaniyên berdewam bo Herêma Kurdistanê û bi taybet jî di şerê dijî terör û di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de û pêzanînên Herêma Kurdistanê yên ji bo Parlamentoya Almanyayê, ku wek jenosîdnasandina komkujiya Êzdiyan jî anî ziman.

Serokê Hikûmetê herwaha, ji ber piştevaniya çaksaziyên kabîneya nehem, bi taybet di warê dijital kirina xizmetguzariyên giştî de spasiya Almanyayê kir.

Mijareke din a civînê jî taybet bû derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de. Vê derbarê de Serokê Hikûmetê daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî bingehî û li ser bingehê destûrê anî ziman û amaje bi wê yekê jî kir ku biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, ji bo rêgiriya şandina beşek ji mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hewldaneke din a nerewa ya wê dadgehê ye û ji bo têkdana derfeta nû ya ji bo çareser kirina pirsgirêkan û ew hewayê erênî yê di serdana dawî ya şandeya bilind a hikûmetê bo Bexdayê hatî kirin de ava bibû ji bo linavbirina wê ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Li gor rêkeftina aliyên pêkanînerên hikûmetê û karnameya kabîneya nû ya Iraqê, pêwîste di heyama 6 mehan piştî destbikarbûna hikûmeta Iraqê, herdu projeyasayên Dadgeha Bilind a Federal û Encûmena Îtîhadî derkevin. Ji ber pêngav û reftarên naha yên Dadgeha Federal, mixabin pirsgirêk li pêş geheştina rêkeftinê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal de ava dike.

Herwaha giringiya cîhbicîhkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî û asayî kirina rewşa navçeyê û vegerandina koçberan bo cîhên wan, mijarên din ên wê civînê bûn ku balyozê Almanya li Iraqê Martin Jaeger jî amadebû.

 

Nûçeyên têkildar