Serok Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Brîtanya kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 26.01.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Rosy Cave Konsula nû ya Brîtanya li Hewlêrê û şandeke li gel da kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Konsula nû ya Brîtanya kir û hêviya serkeftina li karên wê de xwest û ji bilî balkişandina bi peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Brîtanya wan peywendiyan bi girîng wesif kir. Her wiha Serok Barzanî spasî Brîtanya kir ku li şerê Da'îş da li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî hevkar û piştevanê hêzên Pêşmerge buye.
Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin û di derbarê bi hibijartinên paşerojê ya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku berjewendiya Kurdistanê û babeta şeriyet li ser rûyê hemû berjewendiyeke hizbiye û pêwîste îsal hilbijartinên Herêma Kurdistanê birêvebiçin.
Hengavên çaksaziya li nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û pêwîstiya berdewamiya hemahengiya di navbera civaka navdewletî ya ji bo rûbirûbûna gefa terorê mijarên dinên vê civînê bûn.




