Heleb: Eşrefiyê di encama topbaranê de 10 birîndar û şehîd

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Duhî roja yekşemê 10/ 3/ 2013`e danê sibê, piştî pevçûnên tund yên, ku di navbera artêşa azad û şebihên ku bi ser rêjîma Sûriyê ve de ne, rû dan, hêzên rêjîma Sûriyê taxa Eşrefiyê a ku piraniya şêniya wê Kurdin da ber topan.
Li gorî ajansa nûçeyan a Hawarê daxuyakirin, îro sibê hêzên rêjîma Sûriyê taxa Eşrefiyê bi topên Hawanê topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Omer Nasîf Nasîf jiyena xwe ji dest da û 10 welariyên din jî birîndar bûne, jê birîndaran 6 kesan bi giranî birîdar bûne, her wiha gelek avahiyên taxê jî di encama topbaranê de hilweşiyane, ji kesên birîndar navê Qudret Reşîd jina ku di temêne 48 saliyê de ye, Hesen Hemsor, Hesen Turkmanî û Wîsal El-Exres hetinnaskirin.
Her wiha jêderê diyar kir ku birîndarên rakirina nexweşxaneya dewletê, navên wan nayên zanîn, ji ber ku şebîhên bi ser rêjîmê ve ne rê nedan ku rojnemevan bigînine deverê




