26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berkirina cil û bergên Kurdî li nava mektebên Dihokê de berz hate ragirtin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta 10/3 roja li berkirina cil û bergên kurdî li sercem û qutabxane û rêveberên perwerda û mamosta û fermanberên perwerdê duh cil û bergên kurdî li berkirbûn.

Rêveberê giştî yê perwerdê li parêzgeha Dihokê bo KDP.info got:
" Zorbeya qutabî û mamosteyên sînorê parêzgeha Dihokê xwe bi cil û bergên kurdî xemilandibûn û dinava hijmareka qutabixanada çalakiyên coraw cor hatine encamdan, her dû rêveberên perwerdên qeza Dihok rojava rujhelat seredana çendîn qutabxana kirin."

Ebid Yusif rêveberê giştî yê perwerdê li parêzgeha Dihokê aşkirakir evro li nava dû amadeyên Dihokê de ahengên mezin hatine sazdan û cil û bergên kurdî bi pîrozî hatine nîşandan, got li ser daxaza wezîrê perwerdê min seredana perwerda Tilkêfê kir ji layê rêveberê perwerda Tilkêf û re sipî û kesayetiyên deverê pêşwazî lê hatine kirin, li qutabxana gundê Bêbanê ku zorbeya mamosta û qutabiyan cil û bergên kurdî kirbûne berxwe, bîreweriya hate saxkirin

Nûçeyên têkildar