Hewlêr 22 saliya rizgar kirina xwe pîroz dike

Hewlêr-KDP.info/ Bi minasebeta 22 saliya rizgar kirina Bajarê Hewlêrê ji destê Rejîma Besê evro li vê Bajarê çendîn çalakiyên curbicur hatin sazkirin û ev bîranîna han hate pîrozkirin.
Her evro bi minasebeta 22 saliya rizgar kirina Hewlêrê part û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî peyamek pêşkêş kirin û daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirin bi heman rihê raperînê hewl bo parastina bihevre jiyan, lêbûrîn û tebayî bidin.
Part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di peyama xwe de behsa yekîtî û yekdengiya hêz û xelkê Kurdistanê kirine û rizgar kirina Bajar û Bajarokên Kurdistanê weke encameke baş û berçav ya yekrêzî û yekdengiya xwe wesif kirin.
Her evro li Bajarokê Pîrmamê jî merasimek bi minasebeta 22 saliya rizgar kirina vê Bajarokê jî hate sazkirin.
Di vê merasima han de hevdem ligel pêşkêş kirina çendîn peyv û gotaran çendîn çalakiyên curbicur jî hate lidarxistin.




