26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî êrîşa ser welatiyên Herêma Kurdistanê li Mêrdînê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Bi mixabîniyeke zêde ve şeva borî li bajarê Nisebînê yê girêdayî parêzgeha Merdînê li Tirkiyê, di encama êrişa li ser çend welatiyên Herêma Kurdistanê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar e. Ez pirse û sersaxiya xwe ya kûr digihînim malbat û kesûkarên wan û hevxemê wan im. Hêviya çakbûna bilez jî ji wî birîndarî re dixwazim.

Di dema ku ez bi tundî vê tawanê şermezar dikim, herwiha em bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku di zûtirîn dem de sedemên vê tawanê eşkere bike û tawabaran jî rûbirûyî dadgehê bike.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

 

Nûçeyên têkildar