26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê nûçeyeke malpera Awêne News

Çavkanî: KDP.info

Li êvariya 09.03.2013 malpera Awêne News li ser zimanê jêdereke ne diyar ve nûçeyekî belav kiriye ku qaşo li civîna roja şemiya derbasbûyî birêz Serokê Herêmê li gel nûnerên Fraksiyona Kurdistaniyên Parlemena Iraqê û Encumena Wezîrên Iraqa Federal da nûnerên Goran nehiştine daxuyaniya civînê bi navê kutleyên Kurdistaniyan ve bê û Goran daxwaz kiriye bi navê Serokayetiya Herêmê ve bê.

Berî hemû tiştekî radigihînîn ku beşdarvanê civînê bi tenê ji kutleyê Kurdistaniyan nebûye belku civîn bi serpereştiya Serokê Herêmê û amadebûna Cîgirê Serokê Herêmê û Serokê Parlemen û Serokê Hikûmeta Herêmê û Wezîrên Kurdên Hikûmeta Federal û nûnerê kutleyê Kurdistaniyên Parlemana Iraqê û çend Wezîrekî Hikûmeta Herêmê ve hatiye encam dan. Ji bo wê yekê nedibû daxuyanî bi tenê bi navê kutleyê Kurdistaniyên Parlemena Iraqê ve bê. Ji bilî wê jî ev mesele bi tu awayekî nebûye sedema nîqaşê û nebûye sedema dirustbûna rayên cûda û gengeşeyan. Bi berevajiya wê civîn bi awayekî gelek erênî birêveçû û hemû aliyê beşdarvanan beşdariyekî baş li civînê de kirine.

Daxwaz ji wan medyayan dikîn bi awayekî pîşeyiyane muamele li gel rûdaw û rastiyan da bikin û hewl nedin raya giştî ji rê derînin.

Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
10.03.2013
 

Nûçeyên têkildar