26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Aborî yê Îmaratê li Davosê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 18.01.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdstanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel Wezîrê Karûbarê Encûmena Wezîran Mihemed Qirqawî û Wezîrê Aborî yê Dewleta Îmaratê Ebdula Bin Toq civiya.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêwendî û hemahengiya bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hate kirin, bi taybet di warên aborî û alogariya bazirganî û kiştûkal û geştûguzar û hikûmraniya elektronî de hate kirin.

Herwaha mijareke din a civînê jî taybet bû derbarê çawaniya sûd wergirtina Herêma Kurdistanê ji ezmûna serkeftîbûna Îmaratê û bi taybet jî Dubeyî û di warê geşepêdana aborî û pêşxistina şiyana mirovî û kargêraniya hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî gotûbêj hatin kirin.

 

Nûçeyên têkildar