26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Belçîkayê li Davosê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Davos-KDP.info- Di çarçoveya beşdariya di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, îro Sêşema 17.01.2023, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê li gel Alexander Dicroux Serokwezîrê Belçîkayê civiya.

Di hevdîtinê de behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî hat kirin.

Mijara sereke ya hevdîtinê jî pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera her du aliyan de bi taybetî di warê pevguhertina bazirganî û hinartina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo bazarên Belçîka û Ewropayê bi giştî bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Belçîkayê ji bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorîstên DAIŞê de kir û behsa serdana xwe ya dawî ya bo Bexdayê û civîna xwe ya li gel Serokwezîr û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Belçîkayê amaje bi peywendiyên bihêz û aktîf ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir û got ku, Herêma Kurdistanê şirîkê bihêz yê Belçîkayê ye.

Mijareke din a civînê gotûbêjkirina girîngiya têkoşîna li dijî bandorên neyînî yên guherîna avhewayê bû.

 

Nûçeyên têkildar